Li Deriyê Îbrahim Xelîl di nav karmend û rêwiyan de pevçûn

Li Deriyê Îbrahim Xelîl di nav karmend û rêwiyan de pevçûn

Li navçeya Silopiyayê yê Şirnexê karmendên Deriyê Sînorî yê Xabûrê û 5 rêwî pev çûn.

Di pevçûnê de 3 karmend birîndar bûn û 5 rêwî jî hatin desteserkirin.

Bûyer doh di navbera kesên ku rojane tên Herêma Kurdistanê û vedigerine Bakurê Kurdistanê û karmendên deriyê sînorî de qewimî.

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Deriyê Îbrahîm Xelîl ê navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ku demeke pirsgirêka komên bazirgan ên ji ciwanan pêk tên hebû, di nav karmendên sînor û rêwiyan de alozî derketiye.

Hate hînbûn ku di navbera 4 kesên bi navê M.B, K.O û M.B û Y.B û 3 karmendên deriyê sînorî yên bi navê A.B, B.B û M.S de nîqaş derket. Nîqaş veguherî pevçûnê û piştî karmendê bi navê A.B rastî lêdanê hat, pevçûn mezin bû.

Hate ragihandin ku 5 kesên ku bi 3 karmendan re pevçûne, ji aliyê Rêveberiya Gumrikê ve hatine desteserkirin.

Tîmên tenduristiyê yên ku çûne cihê bûyerê karmendekî ku birîndar bûbû bi ambulansê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê jî di derbarê 5 rêwiyan de lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin