PeyamaKurd – Li peravên Bodruma navçeya Mûglayê ya Derya Egeyê bi lerza 3,6 û 3,8an, 2 deqîqeyan 2 erdhej çêbûn.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) hat dayîn, di saet 04.53 û 04.55an de li peravên navçeya Bodruma Mûglayê ya li Derya Egeyê bi lerza 3,6 û 3,8an erdhejên bi lerza 3,6 û 3,8an pêk hatin.
Hat qeydkirin ku erdheja ewil a li Derya Egeyê 9,2 kilometre di kûrahiya wê de û erdheja duyemîn jî 7,22 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin