PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê bi tohmeta, “sivikatî li desteya dadgehkirina kujerê Denîz Poyraz kiriye” li dijî Hevseroka HDPê Perwîn Bûldan, dest bi lêpirsînê kir.
Di 17ê Hezîrana 2021an de, li bajarê Îzmîrê di encama êrîşeke çekdarî de endama HDPê Denîz Poyraz li nava avahiyê ji aliyê Onur Gencer ve hatibû kuştin û do jî li Dadgeha Giran a Îzmîrê yekem rûniştina dadgehkirina kujerê Denîz Poyraz birêve çû.
Hevserokê HDPê Perwîn Bûldan di dema birêveçûna rûniştina dadgehê de, rexne li Desteya Dadgehê girt û diyar kir, kujerê Denîz Poyraz li Minbicê perwerde wergirtiye û ew DAIŞ e, nabe hûn bi aramî bi wî re biaxivin, divê hûn wekî kujerê sereke serederiyê pê re bikin.”
Ji ber vê yekê, Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê lêpirsîn derbarê Perwîn Bûldan û kesên ku dîmenên nerazîbûna Buldanê li dadgehê tomar dikirin û belav dikirin de da destpêkirin.
Herwiha, dadgehê doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz taloqî 24ê mehê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin