PeyamaKurd – Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê di encama gulebarana ji wesayîtê bi tivingê ber bi hawîrdorê ve, 2 jê giran 8 kes birîndar bûn.
Li Taxa Bozoklarê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar bi tivinga nêçîrê ji maşîneyê gule li welatiyan reşandin.
112 Ekîbên Tenduristiya Lezgîn û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
8 kes birîndar bûn ku 2 ji wan giran e. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ekîbên polîsan ji bo girtina gumanbarên ku ji cihê bûyerê reviyan dest bi xebatê kirin. (Çavkanî: AA)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin