Li Diyarbekirê 2 avahî û 36 mal xistin karantînayê

Li Diyarbekirê 2 avahî û 36 mal xistin karantînayê

PeyamaKurd – Li navçeya Bajarê Nû (Yenişehir) ê Diyarbekirê bi sedema testa testa kesekî ya koronayê pozîtîf derketiye, du avahî xistin karantînayê.

Li gorî zanyariyan ji ber ku li wargeha Saziya Berhemên Axê (TMO) ya li navçeya Bajarê Nû yê Diyarbekirê li ser kesekî vîrusa korona derketiye, du avahî ji aliyê rêveberiya tenduristiyê xistin karantînayê.

Hat zanîn ku ketin û derketina wan avahiyan hatiye qedexekirin û otomobîlên polîsan li ber wan avahiyan hatine bicihkirin ku 36 mal di wan avahiyan de dimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin