Li Diyarbekirê, erdhej çêbû!

Li Diyarbekirê, erdhej çêbû!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Saziya Karesat û Rêveberiya Rewşa Lezgîn (AFAD) ve hatin ragihandin, vê êvarê li navçeya Hênê ya Diyarbekirê erdhej çêbû.

Di agahiyên ku ji aliyê AFADê ve hatin dayîn de hat ragihandin ku erdhej, vê êvarê saet di 19:24an de li Hênê çêbûye û lerza vê erdhejê jî wekî 3.6 pile hatiye pîvandin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kûrahiya erdhejê 12,35 kîlometir bûye.

Deh roj beriya niha ango di 10ê Tebaxê de dîsa li Hênê erhej çêbûbû û hêza wê jî wekî 4,2 hatibû pîvandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin