PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber mija zêde, li bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê hemû seferên balafirên rêwiyan hatin betalkirin.
Hat diyarkirin ku biryar ji ber zêdebûna mijê û mesafeya dîtinê ya ku bi roj dadikeve heta 20 metreyan û bi şev digihîje heta 5 metreyan hatiye standin.
Doh 17ê Kanûnê jî 4 seferên ji Diyarbekirê û 3 seferên ber bi Diyarbekirê ve yên balafiran hatibûn betalkirin.
Herwiha ji bo ajokaran jî hişyarî hatiye dayîn ku dem çûnûhatinê baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin