PeyamaKurd – Li bajarê Amedê (Diyarbekir) li navça Rezan li taxa Mewlana Xalid kesekî bi navê Ö.B. li mala xwe mirî hat dîtin.
Li ser ku agahî ji Ö.B. (46) nîn bû, cîranên wî agahiyê dan polîs. Polîs û tîmên lezgîn yên 112an çûn ciyê malê û derî bi çîlîngîr dan vekirin. Ö.B. di mala xwe de bê tevger mabû. Piştî kontrola tîmên tenduristiyê dîtin ku can daye.
Ji bo otopsiya cenaze, birin Tib a Edlî ya Diyarbekirê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin