PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de 2 kesan can da û 3 kes birîndar bûn.
Li ser rêya navçeya Weranşarê ya Rihayê û Diyarbekirê li bejahiya Bedroyê qemyoneke kerpîç barkirî û otombîleke din re li hev ketin û otomobîl qûlibî.
Li cihê bûyerê 2 kesan can da û 3 kesên birîndar bûn û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê hatin veguhestin.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin