Li Duhokê balafirên bêmirov du otomobîl kirin hedef

Li Duhokê balafirên bêmirov du otomobîl kirin hedef

PeyamaKurd – Dijî Terora Kurdistanê: Li Duhokê 2 otomobîlên çek û cebilxaneyên endamên PKKê hatin armanckirin.

Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand, 2 otombîlên bi çek û cebilxane barkirî yên PKKê li nêzîkî gundê Dêreşê yê Duhokê bûne armanca balafirên bê balafirvan ên Tirkiyê.

Li gorî daxuyaniya Dijî Terorê ya Kurdistanê, îro saet 13.20an li gorî saeta herêmî li Duhokê saet 13.20an 2 wesayîtên endamên PKKê yên bi çek û cebilxane barkirî li nêzî gundê Dêreş a girêdayî navçeya Dêrelûk a navçeya Amediyê ya Duhokê bûne hedefa balafirên şer ên artêşa Tirk.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin 2 wesayit jî bûne ax û 2 PKKyî jî birîndar bûne.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin