PeyamaKurd – Li Efrînê, di encama teqînekê de 3 kes birîndar bûn. Herwiha do jî, di encama teqînekê de 2 kes hatin kuştin.
Li gor zanyariyan, îro di encama teqîna bombeyeke li taxa Vêlat a Efrînê di otomobîlekê de teqiya, 3 kes birîndar bûn.
Do jî bombeyek di maleke gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa de teqiyabû û di encamê de 2 kesên bi navê Newzed Ekrem Tobal (45 salî) û Heyfa Şerîf Qasim (23 salî) hatin kuştin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, piştî teqînê, komên çekdar hevjîna Newzet û 2 kesên din ji malbata wî revandin û destê xwe danîn ser mal û milkên Newzed Ekrem.
Newzed Ekrem Tobal pêştir du caran ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin û piştî dayîna fidyeyê hatibû berdan.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji berî 3 salan ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, gelek teqîn di nava Efrîn û gundên wê de hatine kirin û hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin