PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojava di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên xwecihî, danê sibê bombeyek ku di nav otomobîla serkirdeyê Asayişa Encûmena Xwecihî ya Efrînê Ebû Emar El-Xotanî de hatibû bicihkirin, li taxa Zediye teqiya.
Hat ragihandin, di encama teqînê de 2 kes mirin.
Li Efrîna ku di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirk û komên piştgiriyê dide wan ve hatibû dagirkirin, pirsgirêkên ewlekariyê hene. Li navenda bajarê Efrînê û gundewarên wê gelek caran teqîn û êrîş pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin