PeyamaKurd Li bajarê Girê Spî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û bi kêmanî 10 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê îro saet 10.40î wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gor zanyariyên destpêkê bi kêmanî 10 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Di meha Cotmehê de Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdatî wê ketibûn Girê Spî û ew der kontrol kiribûn.
Heya niha tu alî yan jî rêxistinê berpirsyariya wê teqînê negirtiye ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin