Li girtîgeheke Îranê serhildan: Kustî û birîndar hene…

Li girtîgeheke Îranê serhildan: Kustî û birîndar hene…

PeyamaKurd – Hat ragihaandin ku li girtîgeha Lakan a li bajarê Reştê yê parêzgeha Geylan a bakurê Îranê, girtiyan ji bo protestokirina rejîma Îranê serî hilda.

Li gorî zanyariyan, serhildana girtiyan rastî êrîşeke tund a hêzên Îranê hatiye û hejmarek girtî hatine kuştin û birîndarkirin.

Hat zanîn ku girtiyan ji bo piştevaniya protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî serî hildaye.

Li gorî ragihandina Dozgerê Giştî yê bajarê Reşt Mehdî Felah Mîrî, kesên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn alozî derxistine.

Herwiha ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê jî ragihandiye ku hêzên ewlehiyê bi rêya bikaranîna gaza rondikrêj rewşa girtîgehê aram kirine ku hejmarek girtiyan can daye û hejmarek jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin