PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 27ê Mijdarê roja Çarşemê Hêzeke artêşa Iraqê li gundê Mensûr ê girêdayî qezaya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê 10 gundî girtin.
Hate zanîn ku hêzeke artêşa Iraqê bi ser gundê Mensûr de girtiye û bêyî biryara dadwer 10 gundî desteser kirine.
Ji encûmena gund Mihemed Îbrahîm ragihand ku beşek ji wan kesan cotkar û hinek jî şivan in û yek ji wan jî Pêşmerge ye.
Li gorî nûçeya K24ê gundiyan daxwaza çareseriyeke bilez ji rewşa gund re kir ku hêzên Iraqê bi fermana Erebên hawirde tevdigerin û ji bo berjewendiyên wan zordestiyê li welatiyan û cotkarên Kurd dikin.
Mihemed Îbrahîm bang li serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê jî kir ku sînorekî ji van binpêkirinan re deynin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin