PeyamaKurd – Li gundewarê Kobanî teqînek çêbû û di encama teqîna bombeyekê de, kesekî can da û kesekî din jî birîndar bû.
Li gundê Axbaş li gundewarê Kobanî, bi sedema teqîna bombeyeke ji paşmayên şerê DAIŞê bi traktorekê de, kesekî can da û kesekî din jî birîndar bû.
Mihemed Reşad ê 30 salî, dema ku li nav zeviyên xwe kar dikir, li gel xwarziyê xwe yê 15 salî Hebîb, bombeyek bi traktora wî de teqiya. Di encamê de, Hebîb can da û Mihemed jî birîndar bû û niha ew li bajarê Kobanî di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî cîgir e.
Gundê Axbaş, nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê ye û dikeve Rojhilatê bajarê Kobaniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin