PeyamaKurd – Li bajarê Helebceyê, teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin.
Zanyarî didin zanîn, di encama êrîşê de ziyanên madî derketine holê.
Berpirsê Liqa 12 ya PDKê Nuredîn Beşaretî diyar kir, teqekirina li baregehên PDKê, li wê deverê bûye diyarde.
Nuredîn Beşaretî destnîşan kir: “Em ji aliyên ewlehiyê yên Helebceyê daxwaz dikin ku berpirsên vî karî desteser bikin.”
Herwiha Beşaretî da zanîn, berê jî teqe hatiye kirin û eger îradeyeke cidî hebe ji bo desteserkirina wan kesan, desteserkirina wan hêsan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin