Li Hewlêr û Silêmaniyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li Hewlêr û Silêmaniyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

PeyamaKurd - Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, qedexeya derketin û çûnûhatinê bo bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bi dema 48 saetan ragihand.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, biryara qedexeyê wê 2 rojan dom bike û ji saet 00:01ê 14ê Adarê ve dest pê dike.

Hat ragihandin ku ev biryar di çarçoveya tedbîrên ji bo rêgirtina belavbûna vîrusa korona COVID-19 de hatiye dayîn.

Di daxuyaniya wezaretê de hişyarî tê dayîn û tê gotin, ew kesên bi qaçaxî vegeriyane Herêma Kurdistanê, heger xwe radest nekin, wek kesên ku bi mebest nexweşiyê belav dikin serederî bi wan re tê kirin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê piştî ku îro amarên tûşbûyên covid-19 gihîşt 27 kesan wekî tedbîr ev biryar wergirt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin