Li Hewlêrê di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de civîna aboriyê!

Li Hewlêrê di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de civîna aboriyê!

PeyamaKurd- Li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê Foruma aboriyê ya Kurdistan û Tirkiyê îro tê lidarxistin.

Forum li Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê tê lidarxistin û wezîrê dadê yê Hikûmeta Kurdistanê Sînan Çelebî û Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û konsolê giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay beşdar dibin.

Di nava hefteyê de jî li Hewlêrê Konferansa Aboriyê di navbera Îran û Hikûmeta Kurdistanê de hatibû lidarxistin. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Îranê beşdarî wê konferansê bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin