Li Îranê di hefteyekê de 7 girtî hatin îdam kirin

Dîroka weşanê :
Li Îranê di hefteyekê de 7 girtî hatin îdam kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nava vê hefteyê de li girtîgehên Îranê yên bajarên Meşhed û Tewrêzê 7 girtî hatin bidarve kirin.

Navenda Mafê Mirovan a Îranê ragihand, roja Sêşemê li girtîgeha navendî ya bajarê Tewrêzê 3 girtiyên bi navên Riza Ehmedzade, Behram Muherremî û Mensûr ku nasnavê wî nehatiye zanîn hatin bidarve kirin.

Dîsa roja Yekşema borî jî 4 girtî li girtîgeha Wekîlabad a bajarê Meşhedê hatin îdamkirin ku 2 ji wan xelkê bajarê Meşhedê û yek xelkê bajarê Qûçanê û yek jî welatiyê Afganistanê bû.

Hate diyarkirin ku ew girtî hemû bêyî agahdarkirina malbatên wan hatine bidarvekirin û nasnameya wan jî nehatiye zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin