PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Tebrîz ê Îranê di avahiyekê de teqînek çêbûye û hîn sedema teqînê nehatiye zanîn.
Li gorî ragihandina ajansa ISNA ya Îranê, teqîn li herêma Manzariye ya Tebrîzê di avahiyekê de rû daye û li gorî agahiyên despêkî 5 kesan can daye, 2 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Saziya Hawarçûn û Rewşên Lezgîn a Azerbaycanê Wehîd Şadî ragihandiye ku di encama teqînê de, ziyan li ser gelek avahiyên derdorê jî çêbûye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Rayedarê Îranê daye xuyakirin ku lêkolîn û lêpirsînên li ser sedema teqînê dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin