PeyamaKurd – Li navçeyên Çeşme û Seferîhîsar ên ser bi bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê ve, 98 koçberên neyasayî ji aliyê Tîmên Ewlekariyê ve hatin desteserkirin.
Duh bi şev li Seferîhîsarê hejmareke koçberên neyasayî hatin desteserkirin ku 55 ji wan sûriyeyî, 5 filistînî û yek jî ji misirî, bi tevahî 61 kes bûn.
Heman rojê saet 03.05ê sibehê li Çeşmeyê jî hejmarek koçber hatin desteserkirin ku 22 kes xelkên Somaliyê, 20 ji Kongo û 5 kes jî xelkên Sûriyê bûn.
98 koçberên nesayî yên hatin desteserkirin piştî kontrolên pizîşkî û nasnameyan birin Navenda Koçberiyê ya Bajarê Îzmîrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin