PeyamaKurd- Ji herêmên Kurdistanî ku li derveyî herêma Kurdistanê mane, li Kerkûkê 3 teqîn çêbûn. Lê sebebên teqînan nehatin zelalkirin.
Vê sibehê li Kerkûkê, li nêzîkî depoyên sandoqên hilbijartinê, 3 teqîn çêbûn. Li gorî agahiyan, li herêmê piştî ku teqîn çêbûn, di navbera hêzên ewlehiyê û hinek kesên çekdar de şer derket. Heta di derbarê kuştî û birîndaran de daxuyaniyeke zelal tune ye. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan, kesek hatiye kuştin û 21 yek kes jî birîndar in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin