PeyamaKurd – Li gor tora medyayê ya ewlehiya Iraqê; li başûrê bajarê Kerkûkê li hemberê DEAŞ ê operasyon hatine kirin û di encamê de 6 çekdarên DEAŞ ê hatine kuştin. Li gor ragihandina tora medyayê ya nivîskî; li rojavayê Kerkûkê li Çiyayê Hemrînê ji bo ser DEAŞ ê operasyon hatine kirin.
Di operasyonê de hêzên hewayî jî destekê daye artêşê û di nav kuştiyên DEAŞ ê de rêvebirê îdarî yê bajarê Selahaddînê Ebû Meryem el Kahtanî jî heye. Di operasyonê de muhîmmat, ewraqên sexte, nasname û sîlih ketine dest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin