PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê li Kerkûkê êrişî polîsên parastina bîrên petrolê kirin û polîsekî kurd şehîd kirin. Li parêzgeha Selahedînê jî 2 serbazên Iraqî di teqînekê de hatin kuştin.
Buroya Medyaya Şer ya Wezareta Berevaniya Iraqê ragihandiye, duhî li ser rêya gundê Selahiye li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê, bombek bi hêzên Iraqî de teqiya.
Li gorî agahiyên wê buroyê, di wê teqînê de 2 serbaz hatin kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûn.
Li Kerkûkê jî çekdarên DAIŞê êrişî polîsên parastina bîrên petrolê li Zeviya Xebaze kirin.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de polîsekî Kurd şehîd bû û 3 polîs jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin