Li Kerkûkê du otomobîl li hev qelibîn: Ajokarekî can da

Dîroka weşanê :
Li Kerkûkê du otomobîl li hev qelibîn: Ajokarekî can da

PeyamaKurd – Îro, 17ê Sibata 2026an, li nêzîkî herêma pîşesaziyê ya kevin a bajarê Kerkûkê, bûyereke giran a trafîkê rû da.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, bûyer di navbera otomobîleke taybet a celebê Jeep Laredo û kamyoneteke barhilgir a celebê KIAyê de qewimî ye.

Di encama vê qezaya dijwar de, ajokarê kamyoneta KIAyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku tîmên peywendîdar gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn li ser sedema qezayê dane destpêkirin.

Her wiha cenazeyê ajokar ji bo karûbarên yasayî hat veguhestin bo bijîşkiya dadî ya Kerkûkê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin