PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzîkî bajarokê Reşad ê başûrê Kerkûkê, bombeyek di dema derbasbûna karwaneke hêzên Polîsê Federal de hat teqandin.
Li gorî agahiyên berdest di teqînê de 9 polîs hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.
Jêderekî Polîsê Kerkûkê ragihand ku teqîn li gundê Sefer ê bi ser zincîreya çiyayê Hemrînê pêk hatiye.
Hat diyarkirin ku piştî teqînê, şer û pevçûn di navbera Polîsê Federal û çekdarên DAIŞê derketiye û di encamê de çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin