PeyamaKurd – Li gundekî bajarokê Hewîcê yê Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîş pêk anîn, çend xanî û otomobîlên welatiyan şewitandin.
Li gor Berpirsê polîsê bajarokê Hewîce Fetah Mehmûd diyar kir, şeva berê nêzîkî 10 terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Burhan Mezherasî yê Hewîce kirin.
Herwiha wî efserê polîs diyar kir, di wê êrîşê de terorîstên DAIŞê çend otomobîl û xaniyên welatiyan şewitandin. Xaniyê serokê berê yê firaksyona Erebî li encumena parêzgeha Kerkûkê Burhan Mezher jî şewitandin. Terorîst, piştî van êrîşan reviyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin