PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke li ser endamên DAIŞê de, li Kerkûkê 4 DAIŞî hatin desteserkirin.
Li gorî ragihandina Dezgeha Îstixbarata Iraqê, di operasyona ku li Kerkûkê dijî DAIŞê hatiye lidarxistin de, 4 DAIŞî hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku yek ji wan DAIŞîyan madeyên teqemeniyê vediguhest û yekî din jî li ser rêya Tîgrît û Kerkukê ajokarên kamyonan direvand û dikuşt.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin