Li Kerkûkê ser derket: “4 kes hatin kustin!”

Li Kerkûkê ser derket: “4 kes hatin kustin!”

PeyamaKurd- Li Kerkûkê di navbera polîsên federal û endamên IŞÎDê de şer derket. Di encamê de sê jê endamên IŞÎDê, tevde 4 kes hatin kuştin.

Li Başûrê Kerkûkê li navçeya Hawîcê şer derket. Di navbera polîsên federal û endamên IŞÎDê şerekî dijwar çêbû. Di encama şêrr de 3 endamên IŞÎDê hatin kuştin û ji polîsên federal jî serbazekî jiyana xwe ji dest da.

Ji xeynî vê jî, li ser rêya Bexdayê danê sibehê, bombeyek hate teqandin. Di encama teqînê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Iraqê di dawiya sala 2017an de eşkere kiribû ku hebûna IŞÎDê li Iraqê bi dawî bûbû. Lê belê ji wê rojê ve êrîşên IŞÎDê nesekinîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin