PeyamaKurd – Li navçeya Licê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya operasyonên berdewam ên dijî PKKê de, operasyoneke nû ya leşkerî hat destpêkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir, artêşa Tirk îro 31ê Tîrmehê li gundên Sîsê û Derxust ên girêdayî navçeya Licê bi hinceta hebûna endamên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Dorpêç-28 kir.
Hat diyarkirin ku ew operasyon bi beşdariya 62 tîmên ji hezar û 21 leşker û cerdevanan pêk tê, hatiye destpêkirin.
Ni bi navên operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend deverên din ên Bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin