PeyamaKurd – Hat ragihandin ku nîvê şevê li Meletiyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat. Doh bi şev erdhejeke din a bi dijwariya 3,9 pêk hat ku navenda wê navçeya Çelîxan a Semsûr e.
Li gor daneyên AFADê li Meletiyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat. Kûrahiya erdhejê 9 km hat pîvan.
Li gor daneyên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) li navçeya Puturge ya Meletiyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.
Erdhej di saet 01.38an de pêk hat û kûrahiya wê 9 km hat qeydkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin