PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê bi hêza 4,7 pileyan erdhejeke nû rû daye.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê erdhej çêbû.
AFADê da zanîn ku erdheja di demjimêr 10:48an de pêk hatiye di 13,9 kîlometre di jêra zemînê de çêbûye.
Di derbarê ziyanên can û mal de heta niha ti agahî nehatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin