PeyamaKurd – Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê derengiya şevê erdhejeke bihêz rû da û li bajarên cîran jî hest pê hate kirin.
Li gorî daneyên Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê erdhej li navçeya Yeşilyurt a Meletiyê li demjimêr 01.01ê bi tundiya 4.4 pile çêbûye.
Hate diyarkirin ku kûrahiya erdhejê ya ji binê erdê 5.93 kîlometre bûye û li bajarên din ên derdorê jî hatiye hîskirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin