PeyamaKurd – Li bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê di encama operasyona polîsan a bi ser çend navnîşanan de 17 kesên ku lêgerîn li ser wan hebû hatin binçavkirin.
Navenda Miduriyeta Meletiyê ragihand ku tîmên polîsên dijî terorê û yên dijî qaçaxcîtiyê bi ser navnîşanên berê hatine tesbîtkirin de operasyonek encam dane û di encama wê operasyonê de, ji tawan û tohmetên wekî propagandaya terorê, FETO û rêxistinên din 17 gumanbar hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku di nav kesên hatine binçavkirin de, kesên ku dadgehan cezayê girtîgehê yên ji 5 salan heta 10 salan li ser wan sepandiye hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin