PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Artuklu ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna malbatan de 3 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Hate zanîn ku li gundê Selaxê yê navçeya Artukluyê du malbat pev çûn û li hemberî hevdu çek bikar anîn.
Li gorî îdiayan, li ser xwestina keçekê pevçûn çêbûye û herdu malbat bi hev ketine, lê belê hurgiliyên bûyerê nehatin zanîn.
Di pevçûnê de 3 ji wan bi giranî 10 kes birîndar bûn ku 3 birîndaran li nexweşxaneyê can da.
Li ser bûyerê lêkolîn berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin