Li Meresê erdhejeke bi tundiya 4.5 çêbû

Dîroka weşanê :
Li Meresê erdhejeke bi tundiya 4.5 çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Mereş navçeya Pazarcik a Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.5 erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro li demjimêr 14:34an li navçeya Pazarcik a Mereşê erdhej çêbû.

Hat gotin ku erdhej 8.31 kîlometre di bin erdê de rû daye û pileya wê jî 4.5 e.

Parêzgarê Mereşê Faruk Coşkun piştî erdhejê got, tîmên wan dest bi xebatan kirine û da zanîn ku heta niha ti agahiyeke neyênî nehatiye ber destê wan.

Erdhejnasê Tirk Prof. Dr. Nacî Gorur jî piştî erdhejê li medya civakî got ku erdhej li ser xeta kenara Graben û xeta Hatayê rû daye û Mereş herêmeke metirsîdar e ji bo erdhejan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin