PeyamaKurd – Li Minbicê di navbera şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Tirkiyê de şer derket û di encamê de tankeke Tirkiyê hat teqandin.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de diyar kir, hêzên Tirkiyê roja Duşemê 28ê Hezîranê hewl dane bi pêş ve biçin, piştî ku her du gundên Hoşeriyê û Cat li bakurê rojhilatê Minbic topbaran kirine.
Li gorî heman daxuyaniyê, hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê bersivek tund dane êrîşê û tankeke Tirkiyê li gundê Cat têk birine.
Hatiye eşkerekirin, tanka artêşa Tirkiyê hewl dida derbasî gundên di kontrola hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de bibe.
Çavkaniyên xwecihî destnîşan kirin, Tirkiyê ji bingeha xwe ya li gundê Qîrate ew gund topbaran dikirin.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê daye xuyakirin, ku ji ber êrişa hêzên Tirkiyê û komên çekdar hejmareke zêde ya xelkê ji malên xwe derketine bi taybetî li gundên Cat û Hoşeriyê ku malên sivîlan hatine armanckirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin