PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, îro êvarê bi tundiya 4.7 erdhejek çêbû.
Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li demjimêr 17:48ê êvarê erdhejeke bi tundiya 4.7 a pileya rixterê li navenda navçeya Korkut a bajarê Mûşê çêbûye û kûrahiya wê ya erdzemînê jî 16.24 kîlometr e.
Herwiha li gorî Çavdêrxaneya Kandillî ya Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan pileya erdhejê 4.6 e û kûrahiya wê jî bi qasî 5 kîlomtreyan e.
Hat zanîn ku erdhejê li bajarê derdorê yên Bakurê Kurdistanê jî bandor kiriye û hatiye hîskirin, lê belê derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti agahiyên berdest nînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin