Li Mûsê keyayên 4 gundan ji kar hatin dûrxistin

Li Mûsê keyayên 4 gundan ji kar hatin dûrxistin

PeyamaKurd - Keyayên çar gundên ser bi navçeya Milazgira bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin.‎

Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, 12ê Sibata îsal di operasyonekê de hêzên ewlekariyê ‎yên Tirkiyê bi ser malên keyayên 4 gundên ser bi Milazgirê ‎de girtin.

Di wê operasyonê de, keyayê gundê Yeramîşe Mehmet Kaya, keyayê gundê Axwêran Milazim ‎Altun, muxtarê gundê Elîqarxane Sertip Demir û keyayê gundê Qasimî Salih Soylemez hatin desteser kirin.‎

Ew her çar keya bi hinceta ku hatine desteserkirin, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatin ‎dûrxistin û tê çaverêkirin ku li şûna wan keyayan qeyûm were wezîfedarkirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin