PeyamaKurd – Hate kragihandin ku îro 2yê Sibatê li bajarokê Norşînê yê bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê treneke rêwiyan û barhilgireke ku ajal tê de bûn li hev ketin.
Di vê bûyera trafîkê de 2 kesan can da, 2 kes jî birîndar bûn û hejmareke zêde ya ajalan mirar bûn.
Li bajarokê Norşînê yê Mûşê barhilgira ku barê wê gamêş bûn û treneke rêwiyan a ji Xarpêtê diçû Tetwanê li hev qelibîn û di encamê de, 2 kesên di barhilgirê de can dan û ajakorê barhilgirê jî bi giranî birîndar bû.
Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û kesên can dane jî birin morga nexweşxaneyê. Lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin