PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê li nahiya Xelekanê di encama wergerîna mînîbûsekî de, ajotvan jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûn. Seroktabîbê nexweşxana Xelekan Malband Hamad, li ser qezayê ji Rûdawê re gotiye:
“Îro seet di 11.30an de di navbera gundên Bestana û Badawan de qeza çêbû û agahî dan me. Di mînîbusa wergeriya de 14 rêwî hebûn. Mixabin 11 rêwî birîndar bûn û ajotvan can da. Rewşa çend birîndaran nebaşe.
Em ê birîndaran neqlî nexweşxanên Silêmaniyê bikin. Li ser rêya navborî gelek caran qeza dibin û divê hukumet çareyekî ji rê re bibîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin