Li navça Sêweregê di pevçûna 2 grûban de 6 kes birîndar bûn

Li navça Sêweregê di pevçûna 2 grûban de 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navça Sêwerkê ya bi ser bajarê Rihayê, li taxa Esmerçayırê di navbera 2 grûban de pevçûn derket û di encama pevçûnê de 6 kes birîndar bûn. Di pevçûnê de kevir, dar û kêran bikaranîn.

Sedema pevçûnê nehat zanîn lê di pevçûnê de İ.K, M.E, M.G.K, P.İ, A.Ç. û K.İ. birîndar bûn. Tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê.

Ji ber jiyana kesê bi navê M.E.di xeterê de ye,wî şandin bajarê Rihayê nexweşxaneyekî dinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin