PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Yenişehirê li taxa Kooperatifê li kolana Rizvan Ağa du grûbên dijberên hev bi çekan li hev xistin. Di encamê de kesên bi navên H.N. û A.N birîndar bûn.
Polîs û tîmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanên bajêr.
Polîs ji bo gumanbaran bigre, ket pey wan û lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin