Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê agir bi daristanê ket

Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê agir bi daristanê ket

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 18ê Tebaxê li navçeya Hêneyê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanekê ket ku hewla vemirandina agir didome.

Li taxa Nêribê Axon û Nêribê Yûsifan ên navçeya Hênê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket ku bilez li beşeke din a daristanê agir belav bû.

Piştî agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan û agirvemirandinê gihîştin cihê bûyerê û dest bi vemirandina agir kirin.

Hate ragihandin ku ji bo vemirandina agir 4 wesayîtên agirvemirandinê, helîkopterek ji hewayê ve û 30 karmend û xelkê navçeyê dixebitin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin