Li navenda Efrînê otomobîlek hat teqandin

Li navenda Efrînê otomobîlek hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nava bajarê Efrînê otomobîleke bombebarkirî hate teqandin. Li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî yên Efrînê, li taxa Welat a Efrînê li nêzîkî nexweşxaneya Dêrsim, bombeyek bi otombîleke de teqiya.

Çavkaniyan daye zanîn ku di encama teqînê de tenê ziyanên madî çêbûne.

Hêjayî gotinê ye, ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê ve, gelek caran teqîn rû didin û di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin