PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser rêya Elî Fero ya gundewarê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de 2 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku qeza şevê din li ser rêya Elî Fero ya gundewarê rojavayê bajarê Qamişloyê rû daye û du wesayît li hev qelibîne.
Li gorî zanyariyan di encama qezeya trafîkê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Mirî û birîndarên qezayê bo nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê hatin veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin