Li Qamislo sîxurekî rejîmê hate kustin

Li Qamislo sîxurekî rejîmê hate kustin

Peyama Kurd - Hate ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo di encama êrîşekê de sîxurekî rejîma Baasê hatiye kuştin yek jî birîndar bûye.

Li gor agahiyên ku Rudawê belav kiriye, bûyer derengê şeva borî li gundê Siwêdiyeyê yê Qamişloyê rû daye.

Tê angaştin ku çend ciwanan li gundê Siwêdiyeyê rêya konvoyeke leşkerî ya Sûriyeyê girtine û êrişî karwanê kiriye.

Di encamê de endamekî dezgeha sîxurî ya leşkerî ya rejîma Sûriyeyê hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye.

Jêderên nêzîkî Reveberiya Xweser a Rojava didin zanîn ku konvoya leşkerî di dema derbasbûna xwe de şêniyên gundên Qamişloyê pir bêzar kirine, dibe ku ji ber vê bêzarkirinê êrîşek hatibe kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin