PeyamaKurd – Li bajarê Qamîşlo ya Binxetê, piştî rêvebiriya xweser bihayê petrolê %400 zêde kir, îro seet di 12.00an de komekî mirov li ber avahiya şaredariya Qamîşlo gihan hev û heya fetlaneka Trafîkê meşiyan.
Xelkê bajêr xwestin ku Rêvebiriya Xweser zêdekirina bihayê petrolê an ku benzîn û mazotê betal bike.
Li deverên bi ser rêvebiriya Xweser, çen roj berê bihayê petrolê %400 zêde kiribû. Li ser zêdekirina bihayê petrolê li gelek deveran protesto tên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin