PeyamaKurd - Li navça Qosera bi ser bajarê Mêrdînê, li taxa Tepebaşi li ser kolana Şanlıurfayê seet di 17.00an de di navbera 2 grûban de, di pevçûnê de 2 kes birîndar bûn. Di pevçûnê de bi kêr û daran li hev xistin û sedema pevçûna wan nehat zanîn.
Di pevçûnê de İ.E. û E.E. birîndar bûn. Li ser bûyerê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Qoserê (Kızıltepe). Hat gotin ku birîna E.E. xedare û jiyana wî di talûkê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin